Queer Base

Tu li welatê xwe ji ber beralîbûna zayendî yan jî nasname xwe ya zayendî tê şopandin û dijmintîyê dijî?

Koma Queer Base piştgirî û alîkarîyê dide ji bo kesên lezbîyen, gey, bîseksüel,Trans*- û Inter (LGBTIQ*) yên ku heta Awistiryayê revîyane.
Cihê me Türkis Rosa Lila Villa ye. Ev der navendekî ji bo kesên lezbîyen, gey, bîseksüel, Trans* an li Vîyana ye.
Villa cihe ku ji bo şewirmendî , komînîkasyon, xurtkirina hev û piştgiri ya (bi) kesên lezbîyen, gey, bîseksüel, Trans*, Inter an ji Kuîran e.

Li ba Queer Basê biserûber şewirmendî pêk tên. Bi vê awayî herkes dikare li ser mijarên penabertî û LGBTIQ* bi pirsên xwe re were cem me.

Em şewirmendîyên hiqûqî, civakî û li ser Coming Out ê (Xwe-nasdan) didin, tekilî bi civatê re pêk tînin, li ser mijaran wek bijîşkî an jî derûnî(psîkolojîk) piştgirî didin û navçînîyê bi derên rayedar re çêdikin. Her wiha em ji bo rexistinên ku di qada penabertîyê de xebat dimeşînin re perwerdeyan liberdixin.

Haya me ji hesasîyeta li ser mijara tercûmantîyê bi pirsên li derbarê beralîbûna zayendî û nasnameya zayendî heye û ji ber vê tercûmanên me yên em pê dixebitîn bi piranî bi xwe LGBTIQ ne. Em bi hev Diakonie Lares û Tralalobe re ji bo LGBTIQ an, ku di nava pêvajoya penabertî de ne, cihê runiştinê(odê,xwanî) peydadikin û ji bo penaberan naskirî li derbarê gerîna xwanîyan navçînîyê bi derên rayedar re çêdikin.
Her Pêncşem di demjimêr 6 ê êvarê de ji we re tê vexwendin ku hûn beşdarî Queer Base Café bibin û me nas bikin!

Em li van wextên jerîn vekirî ne:

Duşem demjimêr ji 11 heta 17ê
Sêşem demjimêr ji 11 heta 14ê
Çarşem demjimêr ji 11 heta 17ê
Pêncşem demjimêr ji 15 heta 18ê

Tu dikarî me li vir bibînî:

Webseite: http://queerbase.at/
http://friends.queerbase.at/
Email: asylum@queerbase.at
Telefon: 0043 664 6594171
Navnîşan : Linke Wienzeile 102, 1060 Wien
Lêhatin: U4 | 12A | 13A | 14A Pilgramgasse

This information is also available in: EnglishGermanPersianFrenchTurkishRussianUkrainianArabic